Rojnameger Încî Hekîmoglu hat binçavkirin
- 10:49 16 Hezîran 2022
- Rojane
ÎZMÎR - Rojnameger Încî Hekîmoglu li Îzmîrê hat binçavkirin.
Rojnameger Încî Hekîmoglu di saetên serê sibehê de hat binçavkirin. Hat diyarkirin ku Înciyê birine Muduriyeta Polîsan a Îzmîrê. Nehat zanîn ku Înciyê bi çi sedemê hatiye binçavkirin.
Gelek rojnamegeran li ser medya dijîtal bertek nîşanî binçavkirina Încîyê dan.