Rojnameger Încî Hekîmoglu hat binçavkirin 2022-06-16 10:49:25     ÎZMÎR - Rojnameger Încî Hekîmoglu li Îzmîrê hat binçavkirin.   Rojnameger Încî Hekîmoglu di saetên serê sibehê de hat binçavkirin. Hat diyarkirin ku Înciyê birine Muduriyeta Polîsan a Îzmîrê. Nehat zanîn ku Înciyê bi çi sedemê hatiye binçavkirin.   Gelek rojnamegeran li ser medya dijîtal bertek nîşanî binçavkirina Încîyê dan.