Li Zanîngeha Akdenîzê êrişî xwendekarên kurd hat kirin
- 13:06 24 Gulan 2022
- Rojane
ANTALYA - Komeke ku AKP û MHP'yî li Zanîngeha Akdenîzê êrişî xwendekarên kurd kir.
Li Zanîngeha Akdenîzê xwendekarên kurd dema li kampusê govend digerandin, komeke nijadperest û ewlekariya taybet a zanîngehê êrişî xwendekarên kurd kir.
Xwendekaran derbarê êrişê li medyaya dîjîtal daxuyanî dan û diyar kirin ji ber ku wan bi kurdî strane komeke faşîst êrişî wan kirine û wan jî xwe parastine.