Li Zanîngeha Akdenîzê êrişî xwendekarên kurd hat kirin 2022-05-24 13:06:10     ANTALYA - Komeke ku AKP û MHP'yî li Zanîngeha Akdenîzê êrişî xwendekarên kurd kir.   Li Zanîngeha Akdenîzê xwendekarên kurd dema li kampusê govend digerandin, komeke nijadperest û ewlekariya taybet a zanîngehê êrişî xwendekarên kurd kir.   Xwendekaran derbarê êrişê li medyaya dîjîtal daxuyanî dan û diyar kirin ji ber ku wan bi kurdî strane komeke faşîst êrişî wan kirine û wan jî xwe parastine.