Jinan bang kirin:Em ê li dijî qirkirina jinan dengê xwe bilind bikin

  • 21:02 8 Cotmeh 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên li dijî qetilkirina jinan daketin kolanan diyar kirin ku ne tenê gumanbar dewleta mêr berpirse û gotin wê li dijî qirkirina jinan têkoşînê bidomînin.
 
Li gelek bajaran li dijî qetilkirina jin û zarokan çalakî didomin. Jinan di çalakiyan de peyama wê li dijî qirkirinê têkoşînê bidomînin dan.
 
Mugla
 
Bi pêşengiya Platforma Jinan a Menteşe, jinan li Qada Sinirsizlik daxuyaniyek dan.  Li ser navê girseyê Demet Bolat daxuyanî xwend.
Demetê da zanîn ku tundiya mêr wek parçeyek jiyanê tê dîtin û li welat gumanbar nayên cezakirin ji ber vê jî jî qirkirina jinan tê jiyîn. Demetê daxuyakirin ku gumanbar yên ku Peymana Stenbolê feshkirine û wiha got: “Tundiya serdest ya mêr li he derê heye. Li vî welatî ne gumanbar jinên li dijî tundiyê dengê xwe bilind dikin tên darizandin.Em natirsin em bêdeng namînin.Em bang dikin ku berpirsyarî demildest bê cih. Em dest ji têkoşînê bernadin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.
 
Aydin
 
Platforma Jinan a Aydinê jî li dijî qirkirina jinan ji Riya Sevgî heta Qada Aydin Kent meşiyan.  Jinan bê navber dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ berz kirin. Li ser navê girseyê  Endama Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) a Aydinê Reyhan Kiliç daxuyanî xwend. 
Çalakiya ku bi sedan jin tevli bûn heta derengiya şevê berdewam kir.