Li Tetwan û Xîzanê derketina derve hate qedexekirin
- 14:05 23 Gulan 2022
- Rojane
BEDLÎS - Li navçeyên Tetwan û Xîzanê, li hin gund û gundikan derketina derve hate qedexekirin.
Walîtiya Bedlîsê li navçeyên Tetwan û Xîzanê li hin gund û gundikan derketina derve qedexe kir. Hate ragihandin ku li herêmên navborî operasyoneke berfireh a leşkerî hatiye destpêkirin.
Li gundên Ûranis, Çangês, Şên, Xorozdere, Hirît, Gulpîk û Agûrê yên navçeyên Tetwan û Xîzanê derketina derve ji bo demeke nediyar hate ragihandin.