Li Tetwan û Xîzanê derketina derve hate qedexekirin 2022-05-23 14:05:28     BEDLÎS - Li navçeyên Tetwan û Xîzanê, li hin gund û gundikan derketina derve hate qedexekirin.   Walîtiya Bedlîsê li navçeyên Tetwan û Xîzanê li hin gund û gundikan derketina derve qedexe kir. Hate ragihandin ku li herêmên navborî operasyoneke berfireh a leşkerî hatiye destpêkirin.   Li gundên Ûranis, Çangês, Şên, Xorozdere, Hirît, Gulpîk û Agûrê yên navçeyên Tetwan û Xîzanê derketina derve ji bo demeke nediyar hate ragihandin.