ROJEVA 21'Ê GULANA 2022'YAN

  • 09:00 21 Gulan 2022
  • Rojev
* Nivîskar Mukaddes Erdogdu Çelîk da zanîn ku şerê li hember kurdan tu fêdeya wê ji bo gelên Tirkiyeyê tune û ev êrişê girêdayê tecrîda li ser 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Mukaddesê her wiha da zanîn ku têkoşîna aştî û demokrasiyê bi siyaseta Riya 3’yemîn dikare bê hûnandin.
 
*Yek ji parêzerên Doza Garê Îlke Işik bal kişand ser jinên DAIŞ’ê yên bi lez û bez hatine tahliyekirin û beratkirin û got: “Ji dema destpêkirina darizandinê heta niha ji bo gumanbar neyên girtin berpirsên şênber hene. DAIŞ veguheriye rexistinek xizman a wek malbatî. Jinên diyarin bombeyên zindî ne tên beratkirin. Ev jin li derve digerin û ji bo her kesî xetereyek mezin in.” DÎMEN HEYE
 
*Muşer Ulker a ku jiyana xwe bi têkoşîna azadiya nasnameya kurd neqişandiye ruxmê gef û êrişan li qadan e, wiha got: "Ez û diya xwe bi hev re diçûn partiyê, diçûn çalakî û xebatan. Ji ber vê jî timî êriş li me dihat kirin û gef li me dihat xwarin. Zarokên min bi vî rengî mezin bûn. Ya ku li diya min û li min hate kirin li zarokên min jî tê kirin. Çawa ku min piştî diya xwe dev ji têkoşînê berneda wê zarokên me jî dev ji têkoşînê bernede. Em kurd in û li vir in."DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Funda Ekîn da zanîn ku biryara der barê feshkirina Peymana Stenbolê de demildest bê betalkirin û wiha got: “Ji roja peyman hatiye sekinandin her roj rê li ber mirina jinekê vedibe. Divê demildest peyman bikeve meriyetê.” BI DÎMEN 
 
*Hevseroka Şirnexê ya HDP’ê Sabuha Akdag, destnîşan kir ku di pêvajoyên şer de herî zêde jin tên hedef girtin û got: “Heke em her qadê veguherînin qada têkoşînê, em ê bi ser bikevin . Ev pêvajo dema berxwedana jinan e.”  BI DÎMEN