ROJEVA 21'Ê GULANA 2022'YAN 2022-05-21 09:00:00   * Nivîskar Mukaddes Erdogdu Çelîk da zanîn ku şerê li hember kurdan tu fêdeya wê ji bo gelên Tirkiyeyê tune û ev êrişê girêdayê tecrîda li ser  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Mukaddesê her wiha da zanîn ku têkoşîna aştî û demokrasiyê bi siyaseta Riya 3’yemîn dikare bê hûnandin.   *Yek ji parêzerên Doza Garê Îlke Işik bal kişand ser jinên DAIŞ’ê yên bi lez û bez hatine tahliyekirin û beratkirin û got: “Ji dema destpêkirina darizandinê heta niha ji bo gumanbar neyên girtin berpirsên şênber hene. DAIŞ veguheriye rexistinek xizman a wek malbatî. Jinên diyarin bombeyên zindî ne tên beratkirin. Ev jin li derve digerin û ji bo her kesî xetereyek mezin in.” DÎMEN HEYE   *Muşer Ulker a ku jiyana xwe bi têkoşîna azadiya nasnameya kurd neqişandiye ruxmê gef û êrişan li qadan e, wiha got: "Ez û diya xwe bi hev re diçûn partiyê, diçûn çalakî û xebatan. Ji ber vê jî timî êriş li me dihat kirin û gef li me dihat xwarin. Zarokên min bi vî rengî mezin bûn. Ya ku li diya min û li min hate kirin li zarokên min jî tê kirin. Çawa ku min piştî diya xwe dev ji têkoşînê berneda wê zarokên me jî dev ji têkoşînê bernede. Em kurd in û li vir in."DÎMEN HEYE   *Parêzer Funda Ekîn da zanîn ku biryara der barê feshkirina Peymana Stenbolê de demildest bê betalkirin û wiha got: “Ji roja peyman hatiye sekinandin her roj rê li ber mirina jinekê vedibe. Divê demildest peyman bikeve meriyetê.” BI DÎMEN    *Hevseroka Şirnexê ya HDP’ê Sabuha Akdag, destnîşan kir ku di pêvajoyên şer de herî zêde jin tên hedef girtin û got: “Heke em her qadê veguherînin qada têkoşînê, em ê bi ser bikevin . Ev pêvajo dema berxwedana jinan e.”  BI DÎMEN