Kujerê Sakîne Kultur hate girtin
- 22:05 15 Gulan 2022
- Rojane
ŞIRNEX - Kujerê Sakîne Kultur a li navçeya Silopiyayê bi îşkenceyê hate qetilkirin, Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin hate girtin.
Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê, jina bi navê Sakîne Kultur bi îşkenceyê hatibû kuştin û cenazeyê wê danîbûn qeraxa rê. Di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê kuştina Sakine de hatibû vekirin de Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin, Yûnûs Kultur û Haci Kultur hatibûn binçavkirin. Her sê kesên ku sewqî edliyeyê hatibûn kirin, piştî kirariyên dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin ê derket pêşberî dadgerî îtîraf kir ku Sakîne Kultur bi îşkenceyê qetil kiriye. Kujerê Sakine Îbrahîm Barkin, hate girtin û şandin girtîgehê.
Yûnûs Kultur û Haci Kultur jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.