Kujerê Sakîne Kultur hate girtin 2022-05-15 22:05:12     ŞIRNEX - Kujerê Sakîne Kultur a li navçeya Silopiyayê bi îşkenceyê hate qetilkirin, Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin hate girtin.   Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê, jina bi navê Sakîne Kultur bi îşkenceyê hatibû kuştin û cenazeyê wê danîbûn qeraxa rê. Di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê kuştina Sakine de hatibû vekirin de Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin, Yûnûs Kultur û Haci Kultur hatibûn binçavkirin. Her sê kesên ku sewqî edliyeyê hatibûn kirin, piştî kirariyên dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.    Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin ê derket pêşberî dadgerî îtîraf kir ku Sakîne Kultur bi îşkenceyê qetil kiriye. Kujerê Sakine Îbrahîm Barkin, hate girtin û şandin girtîgehê.    Yûnûs Kultur û Haci Kultur jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.