Li Amedê civîna Meclîsa Jinan a HDP'ê

  • 15:32 11 Gulan 2022
  • Rojane
 
AMED - Meclîsa Jinan a HDP'ê, beriya 4'emîn Konferansa Jinan a HDP'ê li Rêzana Amedê civînek li dar xist.
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), beriya 4'emîn Konferansa Jinan a HDP'ê civînek li avahiya Rêxistina HDP'ê ya navçeya Rêzana Amedê li dar xist. Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun û endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê û nûnerên saziyên sivîl tevlî civînê bûn.
 
Civîna jinan ji çapemeniyê re girtî pêk hat.