Li Amedê civîna Meclîsa Jinan a HDP'ê 2022-05-11 15:32:24     AMED - Meclîsa Jinan a HDP'ê, beriya 4'emîn Konferansa Jinan a HDP'ê li Rêzana Amedê civînek li dar xist.   Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), beriya 4'emîn Konferansa Jinan a HDP'ê civînek li avahiya Rêxistina HDP'ê ya navçeya Rêzana Amedê li dar xist. Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun û endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê û nûnerên saziyên sivîl tevlî civînê bûn.   Civîna jinan ji çapemeniyê re girtî pêk hat.