Bêrîtan li Şengalê hat bîranîn

  • 15:50 25 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gundê Guhbel a Şengalê ji hêla Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzidî ve ji bo Gulnaz Karataş (Bêrîtan) bernameya bîranînê hat lidarxistin û di bernameyê de bal kişandin ser têkoşîna Bêrîtanê.
 
Di 25'ê cotmeha 1992'yan de Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) ji bo ku nekeve destê pêşmergeyên Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) xwe ji ser zinarê çiyayê Lêlekanê avêtibû. Bi minasebeta 29'emîn salvegerê Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) îro li gundê Guhbel a Şengalê helaw amadekirin û li malan belav kirin. 
 
Yek ji jinên ciwan ên beşdarî çalakiyê bû Xezal Xeyro, diyar kir ku Bêrîtanê li dijî îxanetê şer kiriye ji bo vê wê nêzî xwe dibînin û destnîşan kir ew ê her dem li ser şopa wê bimeşin û got: “Em îro li Guhbelê ji bo bîranîna Bêrîtanê helawê belav dikin. Ew jinên ku helawê ji me girtin li me guhdarî kirin. Me ji wan re behsa wate û girîngiya vê rojê kir. Dibêjin ku hevala Bêrîtan ji helawê gelekî hez dikir ji bo wê em jî piştî fermanê di salvegera şehadeta wê de helawê li malan belav dikin. Em li gelek malan geriyan. Hevala Bêrîtan jî weke jinên êzidî  teslîmiyet qebûl nekir. Em hêzê jê digrin û her deme m ê li ser xeta wê bimeşin.”
 
Yek ji dayikên ku helawê ji destên jinên ciwan girt Helkû Mîşojî  hestên xwe anî ziman û got: “Ev ciwanên jin ên ku hatine gel me ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan helawê ji me re belav dikin. Hemû şehîdên me ji bo me girîng in.”