Kesên li Sîlopiyê hatin binçavkirin dê sewkî edliyê bên kirin

  • 11:30 16 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
ŞIRNEX – Kesên ku di nav wan de rojnameger jî hene ku di nobeda Meclîsa Dayikên Aştiyê de hatin binçavkirin, piştî îfadeyên wan ên li emniyetê biqede, tê payîn ku sewqî edliyeyê bên kirin û dermankirina kesek jî li nexweşxaneyê didome.
 
Meclisa Dayikên Aştiyê bi daxwaza “Ji şer re na, a niha aştî” li bajarokê Tilqebînê ya ser bi navçeya Silopiya Şirnexê li hev civiyan û dest bi çalakiya nobetê kirin. Leşker û polîsan êrişî çalakiya Dayikên Aştiyê kirin 3 jê rojnamevan 22 kes kirin binçavan. 
 
Navê kesên hatine binçavkirin ev in: Endama Meclisa Partiyê ya DBP’ê Gogercîn Aras, Hevseroka DEM Partiya Mêrdînê Necla Acibucak, Hevserokê DEM Partiya Cizîrê Yilmaz Sanri, Hevşaredarê Cizîrê Abdurrahim Durmuş, Perîhan Nayir, Nurten Sancar, Baran Bakin, Serdar Kayaalp, Abdulvahap Admiş, Abdulazîz Baysak, Îbrahîm Kaylan, Nurî Salgucak, Sadûn Aklant, Muryeme Turan, Davut Kalkan, Dahila Admiş, Aynur Ayas, Mehmet Akman.”
 
Her wiha nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) Zeynep Durgut û Mahmut Altintaş, nûçegihana JinNewsê Derya Ren jî ku çalakiyê dişopandin bi lêdanê hatin binçavkirin. 
 
Hevserokê Rêxistina DEM Partiya Bajarokê Tilqebînê Lezgîn Kosen ê bi lêdanê hatibû binçavkirin jî parsûyên wî şikestine û li nexweşxneyê tê tedawîkirin. 
 
Li bendê ye ku sewqî edliyeyê bên kirin 
 
Hat zanîn ku 22 kes bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û meşên xwepêşandanê kirin e” hatine binçavkirin û karûbarên wan ên di binçavan de temam bûn e. Binçavkirî li Qereqola Leşkeriyê ya Tilqebînê tên ragirtin. Tê payîn ku binçavkiriyan îro sewqî edliyeyê bikin.