‘Bila kes ji aştiyê netirse’

  • 09:05 16 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
WAN - Jinên ku çûyîna wan a Mîtînga Azadiyê ya Amedê hat astengkirin wiha gotin: “Em dîsa jî aştî û wekheviyê dixwazin. Dewlet jî ji bo aştiyê yek gavekê navêje. Me destê aştiyê dirêj kir lê desthilatdarî wê jî qebûl nake.”
 
Ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) ve li Amedê bi dirûşmeya ‘em li dijî komployê li berxwe didin, ji bo azadiyê li Amedê tên gel hev’ di 13’ê cotmehê de mîtîng pêk anîn. Tevî ku ji bo mîtîngê hemû destûr hatibûn girtin jî Walîtiya Amedê du roj mabû ji mîtîngê re li bajar qedexeya çalakî-bernameyan a 5 rojan derxist û destûrên ji bo mîtîngê şûnde kişand. Bi hezaran kesên ji bajarên cuda ji bo tevli mîtîngê bibin derketin rê di têketina bajar de hatin sekinadin û tevî hemû astengiyan bi tevlibûna hezaran mîtîng pêk hat.
 
Yek ji koma ku wê tevli mîtîngê bibûna ya Wanê bû. Bi hezaran kesên derketin rê di têgeketina bajar de hatin astengkirin.
 
Jinên ku çûyîna wan a mîtîngê hat astengkirin ji ajansa me re axivîn.
 
‘Ez wek dayikekê aştiyê dixwazim’
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Besna Aydogan got di 13’ê cotmehê de bi daxwaza aştî û azadiyê hatine gel hev û wiha got: “Me xwest em biçin Amedê destûr nedan. Riya me hat girtin. Em aştî û azadiyê dixwazin. Dewletê ji bo aştiyê yek gavek navêt. Em dixwazin hevdîtinên bi Birêz Ocalan re pêk bê. Ez wek dayikekê aştiyê dixwazim.”
 
‘Bila kes ji aştiyê netirse’
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Zekiye Kaya jî diyar kir ku di 13’ê cotmehê de bi coşek mezin hatine gel hev û wiha pê de çû: “Me ji bo aştiyê ev gav avêt. Em aştiyê dixwazin. Me destê aştiyê dirêj kir lê deshtilatdariyê ev qebûl nekir. Ji ber vê em xemgîn in. Em aştiyê dixwazin. Bila kes ji aştiyê netirse.” 
 
‘Me dît ku bi hezaran kes diherikin Amedê’
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, da zanîn ku beriya mîtîngê hemû serlêdan hatin kirin û piştî serlêdanan di nava sê rojan de destûr ji bo mîtîngê hat derxistin. Gulcanê wiha anî ziman: “Piştî destûr derket me xebatên xwe lez kirin. Me tax bi tax derî bi derî xebatên xew meşandin. Atmosferek cidî hebû. Me dît ku bi sedhezaran diherikin mîtîngê. Pergalê ev ferq kir û qedexe kir. Xwestin xebatan jî asteng bikin lê me xebatên xwe meşandin.”
 
‘Tecrîdeke li hemû qadên jiyanê tê meşandin heye’
 
Gulcanê wiha dirêjî dayê: “Ji 2016’an heta niha li Wanê bi awayekî kêfî qedexe tên derxistin. Tecrîdek giran li ser Abdullah Ocalan heye lê bandor li ser hemû civakê kiriye. Me ev bi dehan carî anî ziman. Em dixwazin biçin mîtîngê lê tê astengkirin. Em dixwazin bimeşin lê tê astengkirin. Daxuyanî tên astengkirin. Polîtîkayên tecrîdê bandor li ser hemû qadên jiyanê kiriye. Sedema krîzan jî şer û polîtîkayên tecrîdê ne. Her roj jin tê qetilkirin. Di alî aborî û exlaqî de li Tirkiyeyê têkçûnek heye. Ev 22 sal in em şahid in ku Tirkiye çawa hatiye vê rewşê. Mîtînga azadiyê dikaribû pêşî li vê bigire. Divê ji nûve bi Birêz Ocalan re li ser maseyê rûnin. Pergal neçare li ser maseya aştiyê rûnê.”