ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2021'Ê

  • 09:00 25 Cotmeh 2021
  • Rojev
*Endama Koordînasyona Kongreya Starê ya Kantona Efrînê Şêrîn Hesen li ser jiyana Gulnaz Karataş (Berîtan Hêvî) axivî. Şêrînê wiha got:"Bêrîtanê çiya wekî evîn û hebûnê didît." DÎMEN HEYE
 
* Welatiyan da zanîn ku bi giranbûna krîzê re, nikarin ji bazarê re budçeyê veqetînin û wiha gotin: "Bi mûçeyê asgarî jiyan, naşibe ji 5 cihî girtina mûçeyan. Xizan hîn bêtir xizan bûn, dewlemend hîn bêtir dewlemend bûn. Tenê yên pişta xwe dane dewletê debara xwe dikin.” BI DÎMEN 
 
*Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dêrsîm Dag diyar kir ku ne li gorî zagonên hiqûqê li gor zagonên îktîdarê gav tê avêtin û got: "Ayşe Gokkan ev 9 meh in dîl hatiye girtin. Di şexsê Ayşe Gokkan de dixwazin têkoşînê dîl bigirin û rawestînin. Ayşe ji bo têkoşîna azadiya jinê sembolek gelek girîng e." BI DÎMEN 
 
* Reyhan Cebbarî ji ber parastina cewherî kir, cezayê darvekirinê lê hat birîn, di ser mirina wê de 8 sal derbas bû. Beriya bê darvekirin di nameya ji dayika xwe re nivîsandibû wiha digot: “Ez vê ji dil dibêjim, ez goreke ku tu bê ser û şînê bigirî, naxwazim. Ez naxwazim tu ji bo min reş li xwe bikî. Ji bo rojên min yên zehmet jibîr bikî çi ji destê te tê bike. Bila ba min bigire û bibe.” PORTRE