Nobeta 'Edaletê' di roja 197'emîn de ye

  • 12:26 21 Îlon 2021
  • Rojane
 
RIHA - Emîne Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê nobeta xwe ya edaletê didomîne têkildarî çalakiya xwe ya ew ê roja înê têkeve roja 200'î banga piştevaniyê kir. 
 
Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 197’emîn de didome. Di saetên serê sibehê de Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît hatin li cihê wekî "Qunca Edaletê ya Malbata Şenyaşar" tê binavkirin rûniştin û bi dowiza “Em tenê edaletê dixwazin” dest bi nobeta xwe ya îro kirin. 
 
Emîne Şenyaşar bi bîr xist ku wê di nobeta roja înê ku dikeve roja 200’emîn de, wê bi 200 parêzeran re daxwazên xwe bînin ziman û wiha got: “Li vir zilmê li me dikin, li me dan û em binçav kirin. Polîs her gava me dişopînin. Em nêzî 200 roj in li vir tenê zilmê dibînin. Em dixwazin êdî ev zilm bi dawî bibe û edalet pêk were. Dozgeran deriyên xwe li me girtine naxwazin bi me re hevdîtinê bikin. Êdî nikarim li malê bisekinim. Bila roja înê hemû parêzer li vir bin, çiqas parêzer hene bila agahiyê bidin hevalên xwe û werin vê derê. Em li vir du kes in, pêwistiya me bi alîkariya parêzeran heye. Dema min ew li vir dîtin hindik be jî ez kêfxweş dibim, bila werin min kêyfxweş bikin.”
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya sanal jî ev peyam parve kir: “Li Nexweşxaneya Dewletê ya  Pirsûsê komkujî heye. Biryara nepen a 3 sal in ser dozê ye didome. Peyv têrê nakin ku em bêedaletiya dijîn vebêjin.”