'Bernameyên televîzyonan sûcê mêr li jinan bar dike'

  • 09:05 19 Gulan 2021
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Di bernameyên nav rojê yên di çapemeniya alîgir de zimanekî ku jinan sûcdar dike tê bikaranîn û pispor psîkolog Eda Pinar derbarê mijarê de wiha got: "Çalakiya ku gumanbar pêk tîne, nayê dîtin, lê kesên rastî vê pêkanînê tê, sedema ku çima pê re hatiye rû hev, tê destgirtin. Nedîtina rastiyan binpêkirina mafê mirovane.”
 
Bi salane di televîzyonan de di bernameyên rojê de di bin formata ‘zewicandin’ û ‘dîtina windayan’ de bername tên çêkirin û bi van bernameyan jî nêrîneke dijberê jinê tê pejirandin. Ev bername jiyana jinê li ber civakê ji nîqaşê re vedike û jin sûcdar, mêr jî ‘bêguneh’ tên nîşandan. Beşeke civakê ya mezin ku roja xwe li malê derbas dikin jî van bernameyan temaşe dikin. Pispor psîkolog Eda Pinar der barê mijarê de axivî û nêrîna çapemeniyê ya ji ser civakê zayenda civakê rexne dike, nirxand.
 
‘Sûc li ser jinan tê barkirin’
 
Edayê daxuyakirin ku, çapemenî jî wek civakê jinan digire dest û wiha balkişand ser rola bandora çapemeniyê ya li ser civakê: “Bi hevkariya çapemeniyê em rolên zayenda civakî ji nûve dijîn. Jinên li her qada jiyanê rastî zimanê newekhev tê, bi hevkariya çapemeniyê jî pê re tê rû hev.  Di nûçeyan de di beşên wek tecawiz, tacîz, şîdeta zayendî de, ne gumanbar, jinên rastî pêkanînê tên cuda tên dîtîn, sûcdar tên dîtin. Di çapemeniya alîgir de jin wisa tê dest girtin. di destûra bingehîn de heta ku sûc neyê ispatkirin, sûc nayê hesibandin lê êdî hewcedarî bi biryara dadgehê nayê dîtin û raste rast jin sûcdar tên îlankirin. Ji sûcên ku mêr dikin jî jin sûcdar tên dîtin.”
 
‘Jin bi tirs gava xwe davêjin’
 
Edayê destnîşan kir ku çapemenî qadeke herî xurt a desthilatdariyê ye û ev tişt daxuyand: “Bernameyên televîzyonan ên nav rojê mirovan tengezar dike. Îro jinên derdikevin derve jî neçarin bi pêngavan bi tirs bavêjin. Di saetên ku jin tv temaşe dikin de bername tên nîşandan. Ev jî nîşan dide ku dizanin ku çawa nêrîna ku dixwazin çawa  li mirovan empoze bikin.”
 
‘Psîkolojiya jinê nayê lêpirsînkirin lê dayiktî tê lêpirsînkirin’
 
Edayê di berewamiyê de wiha got: “Pergala baviksalarî her tim ji bo otorîteyê li ser jinan ava bike, mîsyonê li jinan bar dike. Di civakê de têkiliya jinê bi malbat û zewacê re tê avakirin. Ji bo vê jî van bernameyan pêşkêşî jinan dikin. Dema em nûçeyan temaşe dikin gotinên wekê ‘dayikek çawaye, zarokê xwe ter kiriye’ dertên holê.  Lê kes psîkolojiya wê jinê, jiyana wê lêpirsîn nake. Dayiktiya wê lêpirsîn dike. Ji ber ku sûc li jinê bê barkirin, bi lez sûcdar tên dîtîn û ji civakê tê runekirin.”
 
‘Nedîtina rastiyan binpêkirina maf e’
 
Edayê dawiya axaftina xwe de wiha got: “Gotinên çapemeniyê bi lez tê hewandin. Newekheviya li zayendekê pêk tê bandor li hemû civakê dike. Ji bo kontrolê bigirin destê xwe çalakiya mêr nayê dîtin û sedema çima mexdur rastî vê hatiye lêpirsîn dikin. Tişta em jê re dibêjin manîpulasyon jî ev e. Yanî yek ji mekanîzmaya kontrolê ya herî girîng ev e. Nedîtina rastiyan jî binpêkirina maf e.”