'Ji bo pêşîlêgirtina windakirina kesan hêza civakî hewce ye’

  • 09:04 19 Gulan 2021
  • Rojane
 
Hebîbe Eren 
 
STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî da zanîn ku sûcê di binçavan de windakirinê, bi OHAL’ê re dîsa hatiye rojevê û wiha got: “Pêşîgirtina li vî sûcî girîng e. Lê ji bo vê têkoşîna civakî pêwist e. Wek salên 1995’an.  Wê demê têkoşîna civakî pêşî li vê girtibû. Niha dîsa hewcedarî bi hêz û hestiyariya civakî heye.”
 
17-31’ê Gulanê Hefteya Têkoşîna li Dijî Windakirina kesan a di Bin Çavan de, dest pê kir.  Di salên 1990’î de polîtîka windakirinê bi awayekî sîstematîk hat destpêkirin û di 2016’an de bi hewldana darbeyê re bi îlankirina OHAL’ê re dîsa hat rojevê. Komeleya Mafên Mirovan, rêxistinên civaka sivîl û parlamenteran di raporên amade kirin de, diyar kirin ku bi pêvajoya OHAL’ê hewl hatiye dayîn ku 32 kes bên windakirin. Di 2020’an de  Gulîstan Doku di 5’ê Çile de li Dêrsîmê, Hurmuz Dîrîl û hevjînê wê Şîmonî Dîrîl di 11’ê Çile de li Şirnexê li gundê Kovankaya yê Elkê, Mehmet Bal jî di 24’ê Çile de li Stenbolê winda bûn. Cenazeyê Şîmonî Dîrîl li kêleka çemê gund hat dîtin û yê Hurmuz û yên din hîna nehatine dîtin.
 
Li Tirkiyeyê polîtîkaya bi zor windakirinê, di 24’ê Nîsana 2015’an de bi windakirina 234 pêşengên civakê hat destpêkirin. Di dema komarê de jî Sabahattîn Alî û gelek muxalîfên din winda kirin. Vê pêvajoyê dîsa beriya darbeya leşkerî ya 12’ê îlonê  dest pê kir û heta salên 90’î ev polîtîka berdewam kir û di 2000’i de li bajarên kurdan ev zêdetir bû. Li gorî daneyên Navenda Havizayê, di navbera 1980-1990’an de 33 kes, di 1991’ê de 17, di 19992’an de 27, di 1993’an de 108, di 1994’an de 532, di 1995’an de 235, di 1996’an de 166, di 1197’an de 87, di 1998’an de 53, di 1999’an de  52, di 2000''î, de 28 kes bi zor hatine widakirin. 14 heb jî nayê zanîn ku kengî hatine widankirin.  Ji 500 kesên hatine windakirin 28 heb temenê wan di bin 18’yî de ye.
 
Dayikên Şemiyê ku di 27’ê Gulana 1995’an de li Qada Galatasarayê runiştin û aqûbeta windayan pirsîn. Van dayikan di qada netewî û navneteweyî de deng dan. Têkoşîna dayikan bi salane didome û di 25’ê Tebaxa 2018’an de 700’emîn çalakiya xwe pêk anîn. Lê êrîş li wan hat kiri û Qad li wan hat qedexekirin. 
 
Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî der barê polîtîkaya windakirin û têkoşîna li dijî vê de axivî.
 
‘Em ê bi rayedaran bidin bibîrxistin’
 
Gulserenê got di çarçoveya hefteya windayan de ew hewl didin hestiyariya civakî zêde bikin, bala rayedaran bikşînin û wiha pê de çû: “Sûcê windakirina di binçavan de ji aliyê peywirdarên dewletê ve tê kirin.  Kes tên binçavkirin û piştre agahî ji wan nayê girtin. Rola dewletê ya di vir de aşkera ye. Dîsa dewlet berpirse ku pêşî li vî sûcî bigire. Ev di destura bingehîn û peymanên navneteweyî de jî tê gotin. Em ê vê berpirsyariya dewletê her tim bi bîr bixîn.”
 
Gulserenê bi lêv kir ku Dayikên Şemiyê di 1995’an de bi awayekî sîstematîk têkoşîn dan destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Vê çalakiyê bandorek girîng û erênî afirand. Ji bo gumanbar bên cezakirin, dewlet  û civak bi vê pêkanînê re bên rû hev wê têkoşîn bidome.”
 
‘Der barê vî sûcî de divê qanûnek nû bê derxistin’
 
Gulserenê daxuyakirin ku di hiqûqa hundir a Tirkiyeyê de venasîna ‘sûcê li dijî mirovahiyê’ tê kirin, lê di Qanûna Cezayê de cih nadin sûcê ‘di bin çavan de windakirinê’ û wiha pê de çû: “divê sûcê windakirina di bin çavan de di Qanûna Cezayê ya Tirk (TCK) de bê bicihkirin. Di vê mijarê de divê rayedar qanûnek nû derxin. Yek ji nokteyên herî girîng a polîtîka bêcezabûnê, ev e ku sûc tê dubarekirin. Di 2016’an de bi îlankirina OHAL’ê re vê dîsa rû da.  îdiayên windakirin, binçavkirin, revandin û windakirinê zêde bûn. Îro hîna du kesên ku hatine binçavkirin û agahî ji wan nayê girtin hene. Aqûbeta wan hîna nehatiye aşkerakirin.”
 
‘Gumanbar nayên cezakirin'
 
Gulserenê di berdewamiyê de wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di hiqûqa hundir de cezakirina gumanbaran ne pêkan e. Di alî ku pêşî li vî sûcî bê girtin de jî derketina hinek biryarên qanûnî ne pêkan e. Di alî mekanîzmayên navneteweyî de tabloyek hîn cudatir mijara gotinê ye.  Di biryarên DMME’ê de ji bo Tirkiyeyê bi giştî tespîtên ‘lêpirsîna bi bandor’ û ‘binpêkirina mafê jiyanê’ mijara gotinê ye. Lê di hiqûqa hundir de ev dosyayên wisa yan dikevin ber demboriyê yan jî bi beratê bi encam dibin.”
 
‘Têkoşîna civakî pêwist e’
 
Gulserenê di dawiyê de bal kişand ser îhtîmala pêkanîna windakirinê û wiha dawî lê anî: “Ez nabêjim kes dikare bê windakirin û dibe ku yê bê windakirin kesên nêzî we bin. An jî dema kesek bê windakirin, dibe ku hun nikaribin xwe îfade bikin. Mînak; em dibe ku nikaribin xwe bi fikrên muxalîf bidomînin. Yanî dibe ku mirov nikaribin êdî xwe îfade jî bikin. Jİ ber vê jî hun rastî vî sûcî neyên jî hûnê bi bandorên wê re bên rû hev. Bêguman yên ku îro dilê wan şewitiye têdikoşin.  Lê piştgiriya tê dayîn li gorî min gelek girînge. Bi têkoşîna civakî dikare pêşî li windakirina kesn bê girtin.Wek salên 1995’an hewcedarî bi têkoşînekê heye. Hewcedarî bi bilindkirina têkoşînê heye. wê demê têkoşîna civakî pêşî li van sûcan girtibû.”