Rapora ÎHD’ê ya Herêma Egeyê: Mafê 5 hezar û 304 kesî hat îhlalkirin

  • 14:03 18 Gulan 2021
  • Rojane
ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê derbarê binpêkirina mafên mirovan a Herêma Egeyê de raporek amade kir. Di raporê de hat diyar kirin ku di 4 mehên ewil ên salê de li Herêma Egeyê herî kêm 5 hezar û 304 binpêkirinên mafan qewimîne. 
 
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê têkildarî binpêkirinên mafan ên di meha çile, sibat, adar û nîsanê de li Herêma Egeyê qewimîn raporek amade kir. ÎHD’ê li avahiya xwe bi civînek çapemeniyê rapor eşkere kir. Sekreterê Şaxa ÎHD’ê Alî Aydin raporê eşkere kir û wan rapora xwe ji berhevkirina serlêdananên bo komeleya wan û agahiyên li ser çapemeniyê amade kirine. 
 
Di raporê de wiha hat gotin: "Di pêvajoya pandemiyê de li qada jîngeha kedê li herêma Egeyê hezar û 28 binpêkirin hatin tespîtkirine. Niha operasyonên leşkerî yên derveyî sînor hene û şereke giran heye. Gelek maf hatin binpêkirin. Par di çar mehên ewilî de 201 binpêkirin qewimîbûn. Di van çar mehên îsal de jî hema bêje binpêkirina mafên mirovan sê qat zêde bûne û 783 binpêkirinên mafan qewimîne. Tundiya polîs û leşkeran jî zêde bûye. 
 
Piştî betalkirina Peymana Stenbolê kuştin û tundiya li ser jinan zêde bû. Li herêma Egeyê 294 binpêkirinên mafan ên jinan qewimî. Par di vê serdemê de mafên 141 jinan hat îhlalkirin. Her wiha mafê 33 zarokan jî hatiye binpêkirin. Dîsa li herêmê penaber bi şîdet û tecawizê re rûbirû man. Li herêmê mafê 2 hezar û 980 penaberan hat îhlalkirin. 
 
Her wiha li girtîgehên herêmê jî mafên girtiyan hat binpêkirin. Li girtîgehên Herêma Egeyê mafên 14 girtiyan hat binpêkirin. 
 
Di nava 4 mehan de bi giştî li Herêma Egeyê 5 hezar û 304 binpêkirinên mafan qewimîne."