Dibistanên Mexmûrê ket betlaneya havînê

  • 11:06 18 Gulan 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Dibistanên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ket betlaneya havînê.
 
Bi hatina demsala havînê re dibistanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji 5 pêşdibistan, 4 dibistanên seretayî, dibistanek Navîn û yek amadeyî û giştî hêjmara xwedevanan nêzî 3 hezar û 500’an pêk tê, îro hemû xwendevanan bi kelecanek mezin berê xwe dan dibistanên xwe ji bo wergirtina bawernameyên xwe. 
 
Beriya ku karne werin dayin sûrûda netewî ji aliyê xwendevan û mamostayan ve hat xwendin. Piştî belga sandina xwendevanên ku dibistan di pileya yekemîn de qedandin, hemû xwendevanan di refên xwe de karneyên xwe ji mamostayan wergirtin.