Dibistanên Mexmûrê ket betlaneya havînê 2021-05-18 11:06:38     MEXMÛR - Dibistanên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ket betlaneya havînê.   Bi hatina demsala havînê re dibistanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji 5 pêşdibistan, 4 dibistanên seretayî, dibistanek Navîn û yek amadeyî û giştî hêjmara xwedevanan nêzî 3 hezar û 500’an pêk tê, îro hemû xwendevanan bi kelecanek mezin berê xwe dan dibistanên xwe ji bo wergirtina bawernameyên xwe.    Beriya ku karne werin dayin sûrûda netewî ji aliyê xwendevan û mamostayan ve hat xwendin. Piştî belga sandina xwendevanên ku dibistan di pileya yekemîn de qedandin, hemû xwendevanan di refên xwe de karneyên xwe ji mamostayan wergirtin.