Girtî bi koronayê ketin: Rewşa 2 girtiyên jin giran e

  • 15:45 6 Gulan 2021
  • Rojane
 
AMED - Girtiyên li koguşa B-11 a Girtîgeha Jinan a Amedê bi koronayê ketin û hat diyar kirin ku rewşa tenduristiya Ferîha Degûş û Emîne Erol giran e. 
 
Girtiyên koguşa B-11 a Girtîgeha Jinan a Amedê bi koronayê ketin. Rêveberiya girtîgehê malbatên girtiyan geriyan û agahiya nexweşiyê dan malbatan. Hat diyar kirin ku rewşa tenduristiya Ferîha Degîş û Emîne Erol giran e. 
 
Malbatên ku agahî dan, gotin girtiyên ku nexweş ketine dernaxin hevdîtina bi telefonê. Her wiha hat diyar kirin ku nexweşên ku rewşa wan giran e nabin nexweşxaneyê.