Girtî bi koronayê ketin: Rewşa 2 girtiyên jin giran e 2021-05-06 15:45:59     AMED - Girtiyên li koguşa B-11 a Girtîgeha Jinan a Amedê bi koronayê ketin û hat diyar kirin ku rewşa tenduristiya Ferîha Degûş û Emîne Erol giran e.    Girtiyên koguşa B-11 a Girtîgeha Jinan a Amedê bi koronayê ketin. Rêveberiya girtîgehê malbatên girtiyan geriyan û agahiya nexweşiyê dan malbatan. Hat diyar kirin ku rewşa tenduristiya Ferîha Degîş û Emîne Erol giran e.    Malbatên ku agahî dan, gotin girtiyên ku nexweş ketine dernaxin hevdîtina bi telefonê. Her wiha hat diyar kirin ku nexweşên ku rewşa wan giran e nabin nexweşxaneyê.