Zarokek bi guleyê hat kuştin

  • 12:10 6 Gulan 2021
  • Rojane
ERZIROM - Li navçeya Yakûtiyê, Serdar Dundar duh piştî fitarê bêserûber gule berda derdorê û Pinar Kaban a ku li kuçeyê dilîst kuşt.
 
Duh êvarî li taxa Rabîaana ya navçeya Yakîtiyê ya Erziromê Serdar Dundar (19) piştî fitarê bêserûber gule berda derdorê û zaroka bi navê Pinar Kaban (13) a li kuçeyê li ber mala wan dilîst, kuşt. Piştî bûyerê Serdar Dundar hat binçavkirin û piştî ku derket dadgehê hat girtin. Cenazeyê Pinar Kaban jî piştî ku otopsiya wê hat kirin li Goristana Abdûrrahman Gazî hat veşartin. Hat diyarkirin ku bavê Pinarê girtî ye û ji ber vê yekê tevlî merasîma cenazeyê keça xwe nebûye.
 
Her wiha li ser hesabê medyaya civakî yê Serdar Duman gelek wêneyên çekan hebûn.