Zarokek bi guleyê hat kuştin 2021-05-06 12:10:16   ERZIROM - Li navçeya Yakûtiyê, Serdar Dundar duh piştî fitarê bêserûber gule berda derdorê û Pinar Kaban a ku li kuçeyê dilîst kuşt.   Duh êvarî li taxa Rabîaana ya navçeya Yakîtiyê ya Erziromê Serdar Dundar (19) piştî fitarê bêserûber gule berda derdorê û zaroka bi navê Pinar Kaban (13) a li kuçeyê li ber mala wan dilîst, kuşt. Piştî bûyerê Serdar Dundar hat binçavkirin û piştî ku derket dadgehê hat girtin. Cenazeyê Pinar Kaban jî piştî ku otopsiya wê hat kirin li Goristana Abdûrrahman Gazî hat veşartin. Hat diyarkirin ku bavê Pinarê girtî ye û ji ber vê yekê tevlî merasîma cenazeyê keça xwe nebûye.   Her wiha li ser hesabê medyaya civakî yê Serdar Duman gelek wêneyên çekan hebûn.