Zarokê ceyranê pê girt jiyana xwe ji dest da
- 14:22 5 Gulan 2021
- Rojane
RIHA - Li Kaniya Xezalan zarokê 3 salî yê ceyranê pê girt jiyana xwe ji dest da.
Li Kuçeya Buyuktokaçê ya Kaniya Xezalan a Rihayê zarokê 3 salî yê bi navê Emrullah Elesli dema lîstik dilîst ceyranê pê girt. Emrullahê bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Înan.
Hat hînbûn ku Emrullahê li beşa lezgîn dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da.