Zarokê ceyranê pê girt jiyana xwe ji dest da 2021-05-05 14:22:26     RIHA - Li Kaniya Xezalan zarokê 3 salî yê ceyranê pê girt jiyana xwe ji dest da.    Li Kuçeya Buyuktokaçê ya Kaniya Xezalan a Rihayê zarokê 3 salî yê bi navê Emrullah Elesli dema lîstik dilîst ceyranê pê girt. Emrullahê bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Înan.    Hat hînbûn ku Emrullahê li beşa lezgîn dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da.