Wesayeta karkeran qeza derbas kir:16 kes birîndan bûn

  • 10:16 5 Gulan 2021
  • Rojane
OSMANÎYE - Wesayeta ku karkerên demsalî hildigirt dema ji Rihayê diçû Karamanê qeza derbas kir. Di qezayê de 16 kesên ku di nav de jin û zarok jî hebûn birîndar bûn.
 
Wesayeta ku karkerên demsalî hildigirt dema ji Rihayê diçû Karamanê, li Serdab a Navçeya Baxçe ya Osmaniyeyê qeza kir. Di qezayê de 16 kesên di nav de jin û zarok jî hebûn birîndar bûn.
 
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyeyê û tekildarî qezayê lêkolîn hat destpêkirin.