Wesayeta karkeran qeza derbas kir:16 kes birîndan bûn 2021-05-05 10:16:17   OSMANÎYE - Wesayeta ku karkerên demsalî hildigirt dema ji Rihayê diçû Karamanê qeza derbas kir. Di qezayê de 16 kesên ku di nav de jin û zarok jî hebûn birîndar bûn.   Wesayeta ku karkerên demsalî hildigirt dema ji Rihayê diçû Karamanê, li Serdab a Navçeya Baxçe ya Osmaniyeyê qeza kir. Di qezayê de 16 kesên di nav de jin û zarok jî hebûn birîndar bûn.   Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyeyê û tekildarî qezayê lêkolîn hat destpêkirin.