ROJEVA 2'YÊ GULANA 2021'Ê

  • 09:00 2 Gulan 2021
  • Rojev
 
*Karkerên demsalî yên ku çandiya kartol û xiyaran dikin dibêjin em beramberî keda xwe nastînin lê îqtidar berhemên wê keda me bi hêsanî belav dike. Karkeran gotin bila li şûna kartolan piştgiriyê bidin karkeran û xwediyên erdan. DÎMEN HEYE
 
* Li Mersînê komeke jin Komeleya Jinan a Mîmoza ku navê xwe ji kulîlka ‘mîmoza digire’ ava kirin. Seroka komeleyê Çîgdem Goksoy, diyar kir ku di demên dawî de kuştinên jinan zêde bûne û got: "Her roj hema hema sê jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. Ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê jiyan li jinan tê tengkirin, lê mêr tên xelatkirin. Me li dijî vê yekê biryara avakirina komeleyê girt." DÎMEN HEYE
 
*Bernameya skêcê ya Hinek Henek a li ser ekranên Stêrk TV'yê tê weşandin li dijî feraseta tunehesibandinê ya medyaya hawiz a li dijî kurdan wekî alava dezenformasyonê tê bikaranîn bi zimanê kurdî têkildarî êriş û polîtîkayên asîmîlasyonê bi naveroka xwe ya qerfî peyamên civakî dide. Li dijî qalibên medyaya yekperest a ji hunera nirxekî girîng ê civakê ye dûr û hedef dike birdoziya xwe tenê, di binhişiya civakê de bi cih bike, di heman demê de li berxwe dide.
 
* Jinên ku her sal vê demsalê dest bi çandiniya bostan dikin, tov avêtin axê. Li Îdirê jinan dest bi çandiniyê kirin, jinan destnîşan kirin ku ji bo her tiştî ked pêwiste.  
 
* Endama Lijneya Rêveberiya ATO Ayşe Ugurlu pêvajoya girtina 17 rojî nirxand û got: “Ji tenduristiya gel wêdetir aborî esas tê girtin. Helwestek polîtîk a ku berjewendiyên sermayê esas digire mijara gotinê ye. Piştî vê pêvajoyê em ê rewşeke pandemiya nerehestiyên kronîk an jî pandemiya birbîbûnê bijîn.” BI DÎMEN 
 
*Di Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de rojnameger Sadiye Eser û nûçegîhana Rojnameya Yenî Yaşamê Reyhan Hacioglu der barê zextên li ser çapemeniyê de axivîn.  Rojnamegeran bi lêv kirin ku zext bi tu awayî rojnamegeran naçewisînin û berovajî vê rojnameger zêdetir xwedî li pênûsa xwe derkevin. Her wiha daxwaz kirin ku ew ne hawêreke şer hawêreke aştiyane ku dikarin têde rojnamegeriyê bikin dixwazin. BI DÎMEN