Nûçegihana MA’yê jî di nav de 5 jin hatin binçavkirin

  • 15:53 1 Gulan 2021
  • Rojane
ENQERE - Li Mamakê 4 kesên endamên BDSP û YDK’yê yên ku xwestin ji bo 1’ê Gulanê çalakiyê pêk bînin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Nûçegihana MA’yê Ceylan Şahînlî ya ku dema çalakî dişopand hat binçavkirin.
 
Li Taxa Şahîntepe ya Navçeya Mamakê ya giradeyê Enqereyê endamên Platforma Kedkaren a Serbixwe (BDSP) û Endamên Jinên Demokratîk a Nû (YDK) xwestin ji bo 1’ê Gulanê çalakîye pêk bînin. Lê polîsan êrîşî wan kirin û Endama BDSP’yê Songul Dogan, Endamên YDK’yê Dîlan Molleehmetoglu û Yelda Oztirk û jinek ku navê wê ne diyar e hatin binçavkirin. Her wiha Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Ceyhan Şahînlî ya ku dema êrîşa polîsan dişopand hat binçavkirin.
 
Hat zanîn ku 5 jinên hatine binçavkirin ji bo kontrola tenduristiya wan birin xweşxaneyê.