Xizmên windayan bersûcên Mesut Dundar pirsîn

  • 14:28 1 Gulan 2021
  • Rojane
AMED - Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û xizmên windayan, ji bo winda bên dîtin û faîl bên darizandin çalakiya xwe pêk anîn û bersûcên Mesut Dundar ê astengrdar pirsîn. 
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê û Xizmên Windayan, ji bo ku “Winda bên dîtin û faîl bên darizandin” çalakiya xwe ya 638’emîn heftane li ser hesabê xwe yê medya civakî bi weşandina vîdeoyekê li dar xist. Di çalakiya vê heftê de, pirsa bersûcên Mesut Dundar ê berasteng ê ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di sala 1992’yan de li aliyê polîsên sivîl ve hatibû qetilkirin, hat pirsîn. 
 
Endamê Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Yusuf Erdogan çîroka Mesût vegot. Yusuf, bal kişand ser jiyana Mesut Dundar û wiha axivî: “Mesût Dundar, di zarokatiya xwe de piştî nexweşiya menenjîtê derbas dike, berasteng dime. Li Cizîrê, di sala 1992’yan de, bi îdîaya ku Yusuf di çalakiyên girseyê de flamayên kes, sor û zer liba kirine, 3 caran tê binçavkirin. Mesut piştî îşkenceyên giran lê tên kirin, serbest tê berdan.” 
 
Yusuf, bûyera bi êş a Mesut dijî wiha vegot: “Polîsên Midûriyeta Cizîrê, di meha tîrmeha 1992’yan de bi ser mala malbata Mesut de digirin û ji malbatê re dibêjin ewê wî bibin Nexweşxaneya Nexweşên Ruh û Sînîrê. Polîs dûre Mesut û bavê wî bi xwe re dibin û li Nexweşxaneya Cizîrê radizînin. Lê Mesut ditirse û ji paceya nexweşê direve. Polîs ji ber vê 3 rojan îşkenceyê li bavê Mesut dikin û gefa kuştinê lê dixwin. Bavê wî ji neçarî soz dide polîsan ku wê kurê xwe bîne û bide wan. Li ser vê bavê Mesut tê berdan.” 
 
Yusuf,  diyar kir ku kaşkirina cenaeyê di Rojnameya Ozgur Gundemê de hat weşandin û wiha axivî: “Polîs pişt re her roj bi ser mala Mesut de digirin. Di 6’ê îlona 1992’yan de, cenazeyê Mesut destên wî paşve girêdayî, li kêleka aşê avê yê gundê Sûlak bi awayekê xeniqî tê dîtin. Li gorî gotinên gelek şahidên ji gundê Sulak, yek jê polîs 3 kesên kincên sivîl li wan bûn, Mesut anîne cihê bûyer. Eskerên hatin cihê bûyer jî, bi hinceta ku dibe dibin cenaze de bombe hebe, cenazeyê Mesut li pişt maşineya zirxî bi erdê re kaş dikin. Dûre wêneyên kaşkirina cenazeyê Mesut ên di Rojnameya Ozgur Gundemê de hatin weşandin, bi salên dirêj di hafizeyan de man.” 
  
Yusuf, destnîşan kir ku malbata Mesut di 3’yê adara 1995’an de serî li Komîsyona Dadgeha Mafên Mirova a Ewropayê (DMME) da û wiha bi dawî kir: “DMME’yê di sala 2005’an de, Tirkiyê ji ber doza Mesut  Dundar mehkûm kir û biryar da ku tazmînat bide.”