Tevî qedexeyê meşiyan Taksîmê

  • 11:53 1 Gulan 2021
  • Rojane
STENBOL - Tevî qedexeya derketina ji derve û qedexeya walî bi sedan karker û kedkarên meşiyan Qada Taksîmê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.  
 
Tevî qedexeya derketina ji derve û qedexeya walî bi sedan karker û kedkar ji bo 1’ê Gulanê pîroz bikin meşiyan Qada Taksîmê. Karker kedkaran bi pankart û dirûşman bertek nîşan dan û daxwazên xwe anîn ziman. Polîsan pêşîya çalakvanan girtin û bi tundî mudaxele li wan kirin û bi sedan kirin bin çavan.
 
Qadên hatin qedexekirin bi dirûşmên ‘Bîjî Yekê Gulanê’ tije bûn
 
Li Semtên Osmanbey û Mecîdîyekoy ên navçeya Beyogluyê li nuqteyên cuda ji bo 1’ê Gulanê meş hat destpêkirin. Endamên Meclîsa Ciwanan û Platforma Piştevanîya Sosyalîst ji bo biçin Qada Takîmê li Mecîdîyekoyê kom bûn bi pankartên “Em hatin ku tiştên we ji me dizî ye ji we bistînin” û “Em ê faşizmê têk bibin” meşîyan. Polîsan li vir  kom dorpêç kirin li ser vê yekê dirûşmên “Bîjî yekê Gulanê” hatin berzkirin. 19 kes ji aliyê polîsan ve bi kelepçeyên berovajî hatin binçavkirin.
 
Komîteyên Ciwanan jî bi pankarta “Li her derê têkoşîn” meşiyan Qada Taksîmê. Li Qada Galatasarayê polîsan bi tundî êrîşî ciwanan kirin, gelek ciwan hatin binçavkirin.
 
Li erdê kaş kirin
 
4 Endamên Serbixwe yên Platforma Çîna Şoreşger ên jin li Mecîdîyekoyê bi pankarta “Bîjî yekê Gulanê, bîjî sosyalîzm” û dirûşma “Bîjî yekê Gulanê, em li qadên yekê Gulanê ne” meşiyan. 4 jin ji aliyê polîsan ve li erdê hatin kaşkirin û hatin binçavkirin.
 
Hevserokê ESP'ê yê Giştî hat binçavkirin
 
Endamên sendîkayan bi pankarta “Her der Qada Taksîmê ye, her der berxwedan e” xwestin bimeşin qada Taksîmê polîsan êrîşî wan kirin gelek kes hatin binçavkirin. Di êrîşê de li Hevserokê ESP’ê yê giştî Şahîn Tumuklu dan û hat binçavkirin.
 
Her wiha gelek endamên sendîkayan û endamên rexistinên ciwanan xwestin têkevin qada Taksîmê. Lê polîsan êrîş li wan kir û di êrîşê de gelek kes hatin biçavkirin.