Malbata Şenyaşar peyama 1'ê Gulanê da

  • 11:05 1 Gulan 2021
  • Rojane
RIHA - Çalakiya nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya “Edaletê” ji ber qedexeyên derketina derve li mala xwe didomîne, ket roja 54’an.
 
Emîne Şenyaşar a ku hevjînê xwe û du kurên xwe, di êrişa parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin, nobeta ku bi daxwaza “Edaletê” li pêş Edliyeya Rihayê li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar, daye destpêkirin di roja 54'yan de berdewam dike.  Ji ber qedexeya derketina derve, malbat çalakiyê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne. 
 
Malbata Şenyaşar, li ser hesabên xwe yên medyaya civakî peyameke wiha parve kir: "Di demeke edalet di bin zexta siyasî de hatiye çewisandin, em spasiya xwe li hemû parêzerên em tenê nehiştin dikin. Em hemû mirovên bi wijdan ku di her şertî de deng dan dengê me jî silav dikin. 1’ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê pîroz be.” Malbatê ev parvekirin bi dîmenekî seredanên piştevaniyê re parve kir.