Li Stenbol 1’ê Gulanê: Gelek kes hatin binçavkirin

  • 09:58 1 Gulan 2021
  • Rojane
STENBOL - Ji ber 1’ê Gulanê rêyên diçin Qada Taksîm û Rêya Îstiklalê hatin girtin. Polîsên kesên dixwazin biçin Taksîmê asteng dikin, gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Ji ber 1'ê Gulanê Qada Taksîmê û rêya Îstîklalê ji hêla polîsan ve hat girt. Kesên ku berê xwe didin Qada Taksîmê tên astengkirin û gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Endamên Zanîngeha Dîren, SODAP û Meclîsa Ciwanan ên li Mecîdîyekoyê hatin gel hev ber bi Taksîmê bi dirûşmên ‘Bijî 1’ê Gulanê’ dest bi meşê kirin. Polîsan êrîş bir ser girseyê û bi dehan kes hatin binçavkirin. 
 
Endamên Konseya Nûnerên Karker û Hêza Kedê yên ku li Tarlabaşi pankarta ‘Qada 1’ê Gulanê Taksîm e’ vekirin, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. 
 
Xwendekarên zanîngehê yên ji Osmanbey bi pankarta ‘Ji kampûsê heta kolanan em ê bi serkevin’ ber bi Taksîmê ketin rê, polîsan êriş bir ser wan û gelek xwendekar hatin binçavkirin.
 
Endamên Federasyona Anarşîst a Şoreşger ku ji Hevraza Kazanci bi pankarta ‘Şer e 1’ê Gulanê’ ber bi Taksîmê ketin rê, polîsan êriş bir ser wan û gelek kes bi lêdanê hatin binçavkirin. Taksim’e çıkanlara saldırı: Çok sayıda gözaltı 
 
Her wiha endamên Sendîkayên Limter-Îş, Înşaat-Îş, Dev Yapi-Îş, Dev Turizm-Îş, Komeleya Karkerên Ciwan û endamên Komcivîna Karkerên Yekgirtî (BÎK) bi dirûşma “Her der Taksîm, her der berxwedan" des bi meşê kirin. Ji hêla polîsan ve meşa wan hat astengkirin. Di nav de serokê Giştî ya Partiya Sosyalîsta a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu heyî gelek kes bi lêdanê hatin binçavkirin."