‘Ji bo rakirina tecrîdê wê jin bibin pêşeng’

  • 09:03 1 Gulan 2021
  • Rojane
Derya Ren
 
AMED - Jinên ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk tê şermezar kirin û diyar kirin ku wê ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê pêk tê bibin pêşeng. Jinan her wiha daxuyakirin ku sedema tecrîdê, tirsa li hember fikrên Ocalan e.
 
Tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin, didome. Abdullah Ocalan ku demek dirêj bû bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin nekiribû, di 25’ê adarê de birayê wî Mehmet Ocalan bi telefonê hevdîtinek pêk anîbû lê telefon 4 deqe şûnde hatibû birîn. Birîna telefonê her çiqas bi mirorvan re rê li ber fikaran vebike jî rayedaran derbarê vê de daxuyaniyek nedan, pêngavek navêtin.
 
Li aliyê din jî parêzerên Buroya Hiqûqa Asrinê bi dehan carî serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan û daxwaza hevdîtina lezgîn a bi Abdullah Ocalan re kirin. Lê serdozgeriyê tu bersiv neda serlêdanan.
 
Girtiyên PKK'yî û PAJK’î bi armanca rakirina tecrîdê di 27’ê Mijdarê de ketin greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger. Çalakî didomin û xizmên girtî û partiyên siyasî jî bi armanca piştgiriyê daxuyaniyan didin, banga piştgiriyê dikin.
 
‘Ji fikrên Ocalan ditirsin’
 
Rêvebera Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Hasîbe Yazlik derbarê mijarê de nêrînên xwe anî ziman û bi lêv kir ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û wiha pê de çû: “Ewropa tecrîdê wek îşkence dibîne û ji bo vê jî îmze avêtiye. Lê îmzeya Ewropayê avêtiye tenê li ser kaxizê maye. Li girtîgehan qanûn pêk nayên. Di şexsê birêz Ocalan de li ser hemû civakê tecrîd pêk tê. Sedema zext û girtinan, serhildana li dijî hikûmetê ye. Sûc çi dibe bila bibe nêzîkatiyeke ne li gor rumeta mirovan tu car nayê qebûlkirin. Em jî qebûl nakin û vê tînin ziman. Birêz Ocalan demeke dirêje bi malbat û parêzeran re nikare hevdîtinê bike. Hevdîtina telefonê ya dawî ku gelek kurt berdewam kir jî, nişan dide ku ji fikrên Ocalan ditirsin.”
 
‘Em ê bi pêşengiya jinan tecrîdê rakin’
 
Hasîbeyê destnîşan kir ku jin her tim di civakê de pêşengiyê dikin û jin pirsgirêk û kaosê çareser dikin. Hasîbeyê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Pergal her tim jinan hedef digire û jin her tim bi zextan re rûbirû dimîne. Lê tu carî me serî netewand. Îradeya me jinan gelek xurt e. Ez bawer dikim ku wê tecrîd bi pêşengiya jinan bê şikandin.”
 
‘Ne gûnehe gelo?’
 
Hevjîna girtiyê bi navê Ramazan Tanriverdî yê li girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Amedê dimîne Hanim Tanriverdî grevên hatine destpêkirin silav kir û da zanîn ku 30 sal in hevjînê wê girtiye û 30 sal in cejnê pîroz nakin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez dixwazim ku rayedar jî rojekê di cejnê de ji malbata xwe zarokên xwe dûr derbas bikin. Belkî wê demê li gorî wê tevbigerin û fêm bikin. Xweda zilm qedexe kiriye. Lê niha em dinêrin ku li her derê zilm heye. Em kurd in û em ê her tim jî kurd bin. Ji ber em kurdin rastî zextan tên. Hevjînê min ji ber serdegirtinên koguşan qebûl nekir mehekê qedexeya hevdîtina telefonê danê. Gelo ne gûnehe?”
 
‘Divê tecrîd bê rakirin’
 
Hanimê wiha bertekên xwe anî ziman: “Li Îmraliyê tecrîd didome. Ji bo tecrîd rabe em ê her awayî têbikoşin. Ger tecrîda li ser Abdullah Ocalan bidawî nebe, tecrîda li ser civakê jî bidawî nabe. Çima li dijî Gelê Kurd evqas dijminin. Lîderên hemû gelan heye. Rêberê Gelê Kurd jî Ocalan e. Ger ku deriyên Îmraliyê bên vekirin û pêvajoya diyalogê dest pê bike wê şer jî bidawî be. Bi girtin û zextan nikarin bigihêjin cihekî. Ocalan her tim li alî aştiyê bû. Ocalan her tim wekhevî xwest. Em jî vê dixawzin û divê demildest tecrîda li Îmraliyê bidawî be.”