'Wê berxwedana Şengalê bi pêşengiya jinan bi serkeve'

  • 09:01 1 Gulan 2021
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Seroka Desteya Jin a herêma Firatê Firyaz Berkel berxwedana Şengalê silav kir û got: "Xwedîderketin û berxwedana jinên Şengalê wateyeke xwe ya dîrokî heye. Ji ber vê em di wê baweriyê de ne ku wê vîna Şengalê bi serkeve."
 
Berxwedan û nerazîbûna  xelkê Şengalê ya li dijî hevpeymana hikûmeta Iraqê a destdayîna li ser Rêveberiya Xweser bi rojane didome. Seroka Desteya Jin a herêma Firatê Firyaz Berkel rewşa Şengalê û hebûna jinan ya di berxwedaniya wê de ji ajansa me re nirxand. 
 
'Nêzkatiyên hikûmeta Hewlêr û Bexdayê nayên pejirandin'
 
Firyazê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Şengalê û got: "Şengal bi komployekê re rûbirû ye. Hikûmeta Iraqê plana destdayîna li ser Rêveberiya Xweser ya Şengal daye destpêkirin. Beriya ku mirov rewşa Şengalê ya di vê demê de binirxîne divê di destpêkê de dîroka Êzidiyan bi bîr bîne. Civaka Êzîdî di dîroka xwe de bi 73 fermanan re rûbirû mane. Bi taybet jî fermana herî dawî ango êrîşên DAIŞ`ê ku tevahî cîhanê şahîdiya wê kir. Di wê komkujiyê de rastiya ku hikûmeta Iraq û herêma Kurdistanê xwedî li Şengalê derneketin li ber çavên her kesî ye. Ji ber vê heger piştî serxwebûn û rizgarkirina Şengalê ev herdû hêz xwedîderketina xwe nîşan bidin, ev nêzîkatî bi tu şêwazî jî nayê pejirandin."
 
'Berxwedana jinan dê serkeftinê misoger bike'
 
Firyaz, bal kişand ser pêşengiya jinên Şengalê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Di êrîşa 2014'an de ji her kesî zêdetir jin bi kiryarên herî hov û derexlaqî rû bi rû man. Ji revandin, tecawiz, firotin, qetil kirin û hwd. Heta vê rojê jî çarenûsa bi sedan jin ne diyar e. Di bin sîwana Rêveberiya Xweser de jinên Şengalê xwe bi rêxstin kirin, hêza xwe ya leşkerî û civakî ava kirin. Jinên Şengalê xwe kome ser hev kirin û biryara têkoşînê dan. Ji lewra mirov mohra jina Êzîdî di pergala Şengalê de dibîne. Ji lewra pêşengiya jinan ya di berxwedaniya xwedî derketina li Şengalê wateyeke xwe ya dîrokî heye û li dijî êrîşên li ser Şengalê peyama herî bi hêz e. Em jî piştgiriya jinên li Şengalê dikin û em berxwedaniya wan silav dikin."
 
'Baweriya me bi gelê Şengalê heye'
 
Firyaz Berkel di dawiya axaftina xwe de piştgiriya xwe ya bi gelê Şengalê re nîşan da û wiha axivî: "Projeya Netewa Demokratîk û Rêveberiya Xweser di tevahî cîhanê de bû nimûne. Ji ber  vê herêmên me cîranên dewleta tirkin, Tirkiyê jî di her fersendê êrîşî vê projeyê dike. Baweriya me bi gelê Şengalê heye, bi taybet jî berxwedana ku jin pêşengiya wê bike helbet wê bi serkeve."