OHD'ê ji bo cenazeyên li bin peyarêyê hatin veşartin serî li AYM da

  • 17:13 30 Nîsan 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Şaxa OHD'ê ya Stenbolê ji bo cenazeyên li Goristana Kîlyosê li bin peyarêyê hatibûn weşartin serî li AYM da.
 
Li Goristana Xerzanê ya Taxa Oleka Jor a Bedlîsê di 19'ê Kanûna 2017’an de cenazeyên 282 kesan revandin û birin Saziya Tîpa Edlî ya Stenbolê (ATK) piştre cenaze li peyarêya Goristana Kîlyosê hatibûn veşartin. Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê ya Stenbolê (OHD) li ser mijarê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Komeleyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku wan bi takekesî serî li AYM'ê dane û di berdewamiyê de ev tişt hat gotin: “Me di derheqê cenazeyên di bin peyarêya li Goristana Kîlyosê de hatibûn weşartin gilî kir. Li ser redkirina destûra lêpirsînê ya karmendan û li ser redkirina ji bo betalkirina doza ku me xwestû be vekirin mê serî li AYM da. Li ser navê malbatan û komeleyê, mê serledana takkekesî kir.”