134 roj in li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê didome

  • 15:14 30 Nîsan 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê hatiye destpêkirin, bi koma 67’emîn 134 roj in didome. Ciwanên ku tevlî çalakiyê bûn diyar kirin ku ji bo jiyanek azad divê herkes seferber bibe. 
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 67'an 134 roj in didome. Ciwanên bi navê Dilvîn Tekîn û Ronahî Babat tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûn û nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman. 
 
'Ji bo azadiyê seferberî hewceye'
 
Dilvîn, wiha bal kişand ser tevlîbûna xwe ya çalakiya greva birçîbûnê: "Li dijî tecrîda li hemberî rêberê xwe ez tevlî greva birçîbûnê bûm. Ev tecrît serî de li hember Gelê Kurd, piştre jî li hemberî rêberê me tê meşandin. Lewma divê em vê tecrîdê bişkînin û rêberê xwe azad bikin. Ev tişt hem erkek mirovahiyê ye, hem jî erka tevahiya Gelê Kurd e. Îro wek tê zanîn ne tenê li wargehê, li tevahî cîhanê ji bo şikandina tecrîdê çalakî tên lidarxistin. Dijmin tenê di aliyê fizîkî de rêberê me asteng dike û tekiliya wî bi gel re qut dike. Lê di hêla fikr û felsefê de rêberê me her tim bi me re ye. Divê em tecrîdê bişkînin. Lê çalakiyên ku tên meşandin ji bo şikandina tecrîdê kêm dimînîn. Divê herkes berpirsiyariya xwe pêk bîne. Her kurdek dixwaze azad bijî û ji ber vê jî divê seferber bibe. Her wiha ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têbikoşe. Her wiha em çalakvanên li zindanan li berxwe didin û girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne silav dikin."
 
Çalakvana jina ciwan Ronahî Babat jî wiha axîvi: ‘’Armanca çalakiya me şikandina tecrîdê ye û ev tecrîd ne di cihê xwe de ye. çawa ku her zindîyek mafê xwe yê azad jiyan kirinê heye, mafê Rêbertî ya azad jiyan   kirinê heye. Lewma keç û xortên ciwan divê rabin û têkevin nav çalakiyan de liberxwe bidin ji bo ku em Rêbertî azad bikin. Her Kurdekî îro liberxwe didin, serî hildidin û liberxwe didin ez wan silav dikim.