Ji bo Peymana Stenbolê çalakî

  • 14:54 30 Nîsan 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Jinan li ser hesabên xwe yên medyaya civakî çalakî pêk anînin û bertek nişanê Peymana Stenbolê ya ku wê di 1’ê Tirmehê de bi awayê fermî jê vekişin dan.
 
Bi îmzeya serokomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan di nîvê şeva 20’ê Adarê de biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê hatibû dayîn. Piştî biryarê, jinan daxuyanî dan û gotin ku biryara vekişina ji Peymana Stenbolê nas nakin. Li gorî biryara di  rojnameya fermî ya hejmara îro de hat weşandin de dê li Tirkiyeyê di 1’ê Tîrmehê de ji Peymana Stenbolê bi fermî bê vekişîn.
 
Jinan li ser hesabên xwe yên medya civakî bertek nişan dan û bi etîketa # ÎSTABULSOZLEŞMESÎBÎZÎMDIR(PEYMANA STENBOLEYAMÊYE) çalakî pêk anîn. Di parvekirinan de jinan got, “Em ê 1’ê Tîrmehê li kolanan bin.”