Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 53'yemîn de ye

  • 13:40 30 Nîsan 2021
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya Emîne û Ferît Şenyaşar a bi daxwaza edaletê li ber Edliyeya Rihayê hatibû destpêkirin didome. Ji ber qedexeya derketina derve Emîn û Ferît çalakiya xwe li malê dewam dikin.
 
Emîne Şenyaşar a ku hevjînê xwe û du kurên xwe, di êrişa parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin, nobeta ku bi daxwaza “Edaletê” li pêş Edliyeya Rihayê li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar, daye destpêkirin di roja 53'yan de berdewam dike. 
 
Ji ber qedexeya derketina derve Emîn û Ferît çalakiya xwe li malê dewam dikin.
 
'Têkoşîna me ya edaletê nikare bê astengkirin'
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakê wiha got:"Sînordarkirinên fîzîkî nikare têkoşîna me ya edaletê asteng bike. Em ê di her şerdî de daxwaza xwe ya edaletê bînin ziman. Em ji bo soza piştigiriya hiqûqî ya ji bo têkoşîna me ya edaletê ji Baroya Mersînê, ÎHD a Mêrsînê, OHD a Mersînê spas dikin. "