Peymana Stenbolê wê di 1'ê Tîrmehê de bi fermî bê rakirin

  • 12:22 30 Nîsan 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Hat ragihandin ku Peymana Stenbolê wê di 1'ê Tîrmehê de bi fermî bê rakirin. Ev biryar di rojnemeya fermî de hate weşandin.
 
Bi îmzeya serokomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan di nîvê şeva 20’ê Adarê de biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê hat dayîn. Piştî biryarê, li hemberê vekişîna ji peymanê li gelek cîhan jinan bertek nîşan dan.
 
Li gorî biryara rojnameya fermî ya hejmara îro dê li Tirkiyeyê di 1’ê Tîrmehê de ji Peymana Stenbolê bi fermî bê vekişandin.