Gundiyên Îkîzdereyê: Em ê li ber xwe bidin

  • 12:21 30 Nîsan 2021
  • Rojane
 
RÎZE - Li Geliyê Îşkencedere yê navçeya İkizdereyê gundî li dijî kana keviran ku tê xwestin were çêkirin, di nobeta çalakiyê de ne. Gundiyan peyama “Em ê li berxwe bidin” dan.
 
Li Geliyê Îşkencedere yê navçeya Îkizdereyê ya Rîzeyê Holdînga bi navê Cengîz dixwaze kana keviran çêbike. Lê gundiyên derdorê kana kevir naxwazin û li hemberê vê ev 9 roj in li ber xwe didin. Gundî tevî qedexekirina li tewahiya welat hat ragihandin dîsa jî ji serê sibehê saet di 05.00’an de hatin cîhe nobetê û li derdora agir govend girtin.
 
Gundiyan gotin “Em destûrê nadin kana kevir û em ê berxwedana xwe bidomînin.”