'Em dest ji 1'ê Gulanê û Peymana Stenbole bernadin'

  • 10:56 30 Nîsan 2021
  • Rojane
ENQERE - Jinên kedkar ên rêveberên Sendîkayan diyar kirin ku 1'ê Gulanê ne cejn, roja serîhildana li hemberî bê hiqûqî û neheqiyê ye. Jinan diyar kir ku ew ê di 1'ê Gulanê de careke din daxwaza xwe ya ji bo Peymana Stenbolê li qadan bînin ziman. 

Di demeke ku ji 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran re saet man de jinên kedkar û karker ku daketin qadan, daxwazên xwe anîn ziman. Di 29'ê Nîsanê de bi sedan kedkar, endamên sendîkayan û rêveberên wan, li gelek bajaran bi daxuyaniyên ku dan 1'ê Gulanê pêşwazî kirin. Kedkarên li Eqnereyê qad dagirtin û daxwazên xwe yên ji bo 1'ê Gulanê daxwazên xwe anîn ziman.  
 
Sekretera Jinê ya Şaxa Hejmar 2 ya Sendîkaya Xizmetên Xwecihî (Tumbel -Sen) a Enqereyê Îlkay Ersus, Hevseroka Sendîkaya Tendirustî û Xizmetên Civakî (SES) Nazan Karacabey û Sekretera Jinê ya Şaxa Hejmar 2 ya Sendîkaya Enerjî, Sanayî, Maden û Kedkarên Cemaweriyê (ESM)  Yagmur Donmez, derbarê 1'ê Gulanê de nirxandin kirin.
 
'Em dest ji 1'ê Gulanê û Peymana Stenbolê bernadin'
 
Îlkay Ersus diyar kir ku bi pandemiyê re fesihkirina Peymana Stenbolê ew gelek aciz kirine û got ku ji bo fesihkirina peymanê bê îptalkirin gelek gelek xebatên wan hene. Îlkayê anî ziman ku ew di 1'ê Gulanê de dixwazin li qadan bin û got ku hikûmet di vî warî de wan asteng dike. Îlkayê destnîşan kir ku îqtîdar pandemiyê dike hincet û nahêle ku 1'ê Gulanê li qadan pêşwazî bikin lê xwe îqtîdara ku vê li me qedexe dike kongreyên xwe pêk tîne. Îlkaya wiha dirêjî da axaftina xwe, "Em dest ji 1'ê Gulanê û Peymana Stenbolê bernadin. Ji bo van em dixwazin çalakiyan li dar bixin. Em jinên kedkar ên li hemû qadên cemaweriyê dixebitin bi gelek pêkanînên neyînî re rûbirû dimînin. Em ê Peymana Stenbolê pêk bînin. Em dest ji vê peymanê bernadin û destûrê nadin ku dest jê bê berdan."
 
'Em bi ked û jiyana xwe ya ku datînin holê û dibêjin em hene'
 
Nazan Karacabey jî 1'ê Gulanê wekî cejna kedê pênase kir û bi bîr xist ku ev 1'ê Gulana duyemîne di pêvajoya pandemiyê de derbas dikin. Nazan got ku ew 1'ê Gulanê bi bîranîna hevalên xwe yên li qadên tendirustiyê di sala borî de jiyana xwe ji dest dane pêşwazî dikin,  wê demê jî destûr nedabûn 1'ê Gulanê pêşwazî bikin û wiha berdewam kir, "Hemû xebatên wan ên wekî Fîlyasyon, başkirin hemû vala derketin. Tişta ku kiribûn hedefa xwe pêk nanîn. Em dibêjin ku 1'ê Gulanê ji bo tendirustî û xebatên tendirustiyê gelek girîng e. Me 1'ê Gulana borî bi xemgînî derbas kir.  Em keda xwe û jiyana xwe datîin holê û dibêjin em hene."
 
'1'ê Gulanê roja serîildanê ye'
 
Yagmur Donmez jî bi pirozkırina 1'ê Gulanên li hemû kedkaran dest bi axaftina xwe kir û got ku ev 1'ê Gulanê ji bo wan gelek gıing e. Yagmur wiha berdewam kir, "Ji ber neheqî û binpêkirinên mafan ên li hemberî kedê ji bo me 1'ê Gulanê ji cejnê wêdetir roja serîhildanê ye. Em di şert û mercên pandemiyê d amadekariya 1'ê Gulanê dikin lê daxwaza me ew e ku em 1'ê Gulanê li qadan bi girseyî pêşwazî bikin. Li me kedkarên Eqereyê Kolana Sakaryayê ji aliyê Walîtî û Emniyetê ve hat qedexekirin. Li gel qedexeyê ji kedkarên ku hatın wê qadê daxwazên xwe û peyamên xwe ragihandin. Ez di wê fikrê de me ku 1'ê Gulanê divê li gorî wateya xwe û li gorî keda ku hatıye dayîn bê pêşwazîkirin. 1'ê Gulanê vê salê di ji aliyê jinan ve di çarçoveya Peymana Stenbolê de tê pêşwazîkirin û ji ber vê wê daxwaza wekheviya zayendî mohra xwe lê bide."