'Kijan wijdan vê zilmê qebûl dike?'

  • 09:01 30 Nîsan 2021
  • Rojane
Sema Çaglak 
 
AMED - Ji Cahîdeya ku hestiyên lawê wê di qûtiyê de radestî wê hatin kirin divê neyê pirsîn ku çima girtî dikevin greva birçîbûnê? Cahîde wiha got: "Keça min di temenê biçûk de hat girtin û 28 sal in jî girtî ye û li dijî zilma heyî di greva birçîbûnê de ye. Li dijî zilmê divê em piştgiriyê bidin daxwazên girtiyan." 
 
Girtiyên siyasî yên PKK'yî û PAJK’î di 27’ê Mijdara 2020’an de, li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Yek ji van girtiyan jî Hatîce Çakmak a ku li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê dimîne ye. Hatîce di sala 1993’yan de li Bedlîsê hatiye girtin. Hatîce di nav 28 salan de gelek caran hatiye sirgunkirin û niha jî li girtîgeha Alanyayê ye. Malbata Hatîceyê ragihand ku ji ber çalakiya  greva birçîbûnê cezayê hucreyê dane wê. 
 
‘Emrê wê li girtîgehê derbas bû’
 
Dayika Hatîceyê Cahîde Çakmak, di destpêka axaftina xwe de behsa pêvajoya girtina keça xwe kir û got: "Keça min gava ku hat girtin hêj zarok bû. Me ji bo temenê wê daxwaza hesta hestiyan kiribû. Heke ew test bihata kirin ewqas ceza nedidan wê. Tevî serdan û daxwazên me 36 sal ceza lê hat birîn. Keça min li girtîgehê li hemberî zilm û zordariyê li ber xwe da. Di nav 28 salan de hertim di nava çalakiyên greva birçîbûnê de cih digirt. Her hewldan û helwestên wan veguhastin cezayê. Keça min jixwe ji zarokatiya xwe de heya niha di girtîgehê de ye. Emre wê li girtigehê derbas bû.”
 
‘Ji ber greva birçîbûnê cezayê hucreyê danê' 
 
Cahîde destnîşan kir ku ne wîjdan ne jî hiqûq bi wan re heye û wiha pêde çû: “Girtî ji ber ku dikevin greva birçîbûnê infaza wan tên şewitandin. Dixin hucreyan û îşkenceyê li wan dikin. Gelo zarokên me çi kirin ku ewqas bi zilmê re rûbirû man. Ev çi vîjdan ne, çi edalet û çi hiqûq e!  Qanûn ji bo kurdan nema ye. Ev demek dirêj e min wê nedîtiye. Piştre dayika girtiyek ji Alanyayê me geriya got 'keça cezayê hucreyê girtiye û niha di hucrê de ye'. Hema dijminatiyê li kurdan dikin. Ewqas zilm û zordarî li ser me dikin piştre jî qala demokrasî û xwişk û biratiyê dikin. Em her sal hêvî dikin ku keça min bê berdan. Min digot 2 sal maye ew ê bê berdan û ez têra xwe keça xwe bibînim. Lê her sal bi cezayek cuda hem infaza wan tê şewitandin hem jî cezayên dîsîplînê didin wan.”
 
‘Kijan wijdan zilma heyî qebûl dike?’
 
Cahîde, diyar kir ku girtî di çalakî û daxwazên xwe de mafdarîn û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Niha hemû girtiyên siyasî di çalakiya grevê de ne. Tevî van zilm neheqiyan girtî mecbûr in ku bikevin grevê. Heta ku ev zilma li ser gelê me neqede dê girtî hertim di çalakiyan de bin. Jiyana me her tim li dijî zilm û zextan di nava têkoşînê de derbas bûye. Qey jiyanek xweş û bi rûmet ne heqê zarokên me ye. Kîjan vîjdan zilma heyî qebûl dike. Ez bi xwe nikarim ji keça xwe re bêjim tu çima tevlî grevê bûyî, ne mafê tu kesiye ku ji girtiyan re bêje hûn çima tevlî grevê dibin. Me heta îro gelek berdel da ye. Gelek êş kişand. Êşa me ew zilmkaran efû nake.”
 
‘Hestiyên kurê min hûr kiribûn...' 
 
Cahîde, da zanîn ku malbat jî bi heman zext û zordariyan re rûbirû dimîne û wiha bi lêv kir: "Her malbatên kurd bi zext û îşkenceyê re rûbirû dimîne. Birayek min û kurekê min şehît ketin. Jixwe me birayê xwe nedît. Kurê min Hesen li Licê şehît ket. Gazî me kirin ji bo hestiyên wî bidin me. Em rabûn çûn nexweşxaneya Licê. Min tehlîl û 5 tayê porên xwe da. Piştre em çûn dozgeriyê. Li wir dozger got tu ji ku dizanî ew kurê te ye. Min got ez dizanim lê tevî daxwaz û israrên me hestiyên kurê min nedan. Me carek din îfade da û min hestiyên kurê xwe xwest. Ji min re gotin here malê, em ê piştî du mehan agahiyek bidin te. Lê 6 meh derbas bû dîsa tu agahî nehat dayîn. Piştî çend mehan dîsa bang li me kirin. Min li gel xwe benik û flamayên kesk û sor zer biribû ji bo wî. Wextê em çûn Licê qutiyek biçûk dan destê me. Hesenê min pir bejn dirêj bû. Çawa hestûyên wî di qutiyek biçûk de dan min min hişê xwe winda kir û destên min wisa ma... Tu gotin ji devê min derneket. Min tenê lorand. Qey ev ne zilm e. Ka ji vê zilmê bêhtir zilm heye? Hestiyê lawê min hemû hûr kiribûn. Ez ji gund derketim giriyam. Girîna min ji vê zilmê re bû. Hemû girînên min ji zilma dewletê re bû... Em êdî çi bêjin ka. Niha çi mafê wan heye ku ji zarokên me re dibêjin hûn çima dikevin greve!”
 
‘Bila êdî ev tecrîd bê bidawîkirin’
 
Cahîdeyê di dawiya axaftina xwe de daxwaza rakirina tecrîdê kir û wiha bang kir: “Ji girtiyan re dibêjin hûn çima dikevin grevê. Girtî bilasebep nakevin grevê. Ji bo rakirina vê zilmê bedena xwe didin ber mirinê. Min mezinbûna keça xwe ji girtîgehan temaşe kir. Ez dixwazim keça min û girtiyên din bên berdan. Dixwazim êdî li gel min be keça min. Bila ev tecrîd bê rakirin û daxwazên girtiyan bêne cih. Çareseriyek bê dîtin. Bila hemû girtî û malbat ji binê vê li dijî zilmê derkevin.”