ROJEVA 30'Ê NÎSANA 2021'Ê

  • 09:00 30 Nîsan 2021
  • Rojev
* Ji Cahîdeya ku hestiyên lawê wê di qûtiyê de radestî wê hatin kirin divê neyê pirsîn ku çima girtî dikevin greva birçîbûnê? Cahîde wiha got: "Keça min di temenê biçûk de hat girtin û 28 sal in jî girtî ye û li dijî zilma heyî di greva birçîbûnê de ye. Li dijî zilmê divê em piştgiriyê bidin daxwazên girtiyan." 
 BI DÎMEN 
 
*Parêzera Sebahat Tuncel, Cemîle Turhalli Balsak, piştî hevdîtina bi Sebahatê re kiriye, nirxandinên Sebahatê yên derbarê dozê de wiha parve kir: “Ev bi giştî hatiye afirandin, senaryoyek wê heye. Di esasê de li ser, nedayîna mafê gotinê, hatiye destpêkirin û hewl didin gotina hinekan bê dîtîn, hinek jî di bin zextan de bên girtin. Ev pratîkek wisa a darizandinê ye.” BI DÎMEN 
 
*Seroka Lijneya Rêveberiya Odeya Tabîban a Dîlok-Kîlîsê Ayşegul Ateş Tarla der barê zêdebûna mirinên zarokan de axivî û got der barê jiyana zarokan de bi qasî divê tedbîr nayên girtin û got beyî ku der barê wan mirinan de lêkolîn bê kirin, ew zarok tên definkirin û zarokên penaber jî derbasî qeydan nayên kirin. BI DÎMEN
 
*Jinên kedkar ên rêveberên Sendîkayan diyar kirin ku 1'ê Gulanê ne cejn, roja serîhildana li hemberî bê hiqûqî û neheqiyê ye. Jinan diyar kir ku ew ê di 1'ê Gulanê de careke din daxwaza xwe ya ji bo Peymana Stenbolê li qadan bînin ziman. BI DÎMEN