Platforma Ked û Demokrasiyê ji bo 1'ê Gulanê şahî li dar xist

  • 17:09 29 Nîsan 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Bi wesîleya 1’ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê li ber deriyê avahiya KESK’ê daxuyanî dan û piştî daxuyaniyê jî bi def û zurneyê şahî li darxistin.
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê bi wesîleya Cejna Kedkarên Cîhanê 1’ê Gulanê şahî li ber deriyê KESK’ê li dar xistin Polîsên ku dora avahiya KESK’ê girtine xwestin şahiyê asteng bikin. Platformê rexmê astengiyan di serî daxuyanî da û piştre jî bi def û zurneyê re govend gerand. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi hev re  Hêvî, Bijî 1 Gulan” hate hilgirtin. Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP),Tevgera Jinên Azad (TJA), Pêkhateyên platformê li şahiyê amade bûn.
 
Li ser navê platformê Mehmet Emîn Ozel daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de jî dirûşmên têkildarê 1’ê Gulanê dihatin berzkirin. Piştî daxuyaniyê jî govend hat gerandin.