Jina ducanî li ber îdareya koçê tê sekinandin

  • 14:50 29 Nîsan 2021
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Jina kongoyî ya 9 meh in ducanî ye û ji bo penagehê serî li Îdareya Koçê ya Bajar a Îzmîrê da, bi hinceta “qeyd nayên girtin” serlêdana wê nehat qebûlkirin. 
 
Li Îzmîrê jina penaber a ducanî ya kongoyî, ji ber ku qeyda wê li Îdareya Koçe ya Bajar a Îzmîrê tune ye, ne dikare tedawî bibe ne jî ji bo welidandinê dikare biçe nexweşxaneyê. Jina penaber ku ji bo penagehê çûye serî li Îdareya Koçê daye, bi hinceta “qeyd nayên girtin” serlêdana wê nayê girtin. Jina penaber ku ji ber ewlehiyê em navê wê parve nakin sekna xwe ya li pêş Îdareya Koçe ya Bajar a Îzmîrê didomîne. 
 
Jina penaber ku hin navberan sancî têyê, diyar kir ku beriya niha 2 caran bi birayê xwe re derbasî Yewanîstanê bûye û li wir polîs û leşkeran tundî lê kirine  û dest dirêjî wê kirine. Ji ber vê careke din vegeriyane. 
  
Endama Lijneya Rêveberiya Baroya Îzmîrê Parêzer Deman Guler ku pêvajoyê dişopîne, diyar kir ku heke serlêdana penagehê ya jina penaber neyê qebûlkirin di serî de mafê jiyanê wê gelek mafên wê bên binpêkirin.